TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: “Abdulmehdî bi mafê Kurdan bawer e”

Admin M
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2018 05:08

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema bîranîna Şerê Geliyê Zawîte û hinek mijarên din seredana bajarê Duhokê kir û tevî bîranîna Destana Zawîte bû. Barzanî ragihand ku eger di hilbijartinê de biserbikevin, wê reformên mezin û esasî bikin.

Serok Barzanî ragihand ku PDK di hilbijartinên 30 yê êlûnê de partiya yekem derketiye ku sedema wê jî bo xelkê ragihand ku wan ti carê ji bizavên xwe yên netewî tawîzan nedane û sipasya xelkê Kurdistanê kir. Barzanî weha axifî:

“Ez mehek berê çûm Bexdayê. Lê salek berê, hinek kes serê me dixwestin. Ez daîma amade me ku serê xwe di vê rêyê de bidim. Lê ez ê ti carî ji xwîna şehîdan, mafê Kurdan û şerefa Kurdan tawîzê nedim. Lê dîsa jî welew çirûskek biçûk jî bo çareserkirina mijaran hebe, em layangirên xweşbîbiyê ne û em ê wê fersendê ji dest bernedin. Me ti carê derîyê xwe ji Bexdayê re negirtiye lê wan girt.”

Barzanî bo hukumeta Bexdayê ya nû û di mijara serokwezîrê nû de weha got:

“Niha derfetekî nû çêbûye. Piştî gelek tecrubeyan atmosfereka nû çêbûye. Bo Adil Abdulmehdî derfeteka baş çêbûye. Ez ji mêj de wî dinasim. Mirovekî xweşbîne. Yekî bi mafê xelkê Kurd bawere û hêvî dikim ku biserbikeve. Me jê re got ku em ê destekê bidinê. Min berê jî got. Dixwazim têkiliyên me baş bin ji ber ku pirsgirêkên me bi Bexdayê re hel dibin.”

Barzanî got ku bi şer çareserî nabe û ew li dijî şer in. Lê ew ti carî xwe teslîmê dijmin jî nakin. Barzanî ragihand ku eger di hilbijartinê de biser bikevin wê guherînên baş çêbikin û bo hilbijartinê, dest bi pêwendiyên layên dinan kirine û niha halê wan xweş e.

Parve bike: