TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî û astîxwaziya gelê Kurdistanê ye

📅 17 berfanbar 2019 15:28

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Roja Alaya Kurdistanê ragihand, Alaya Kurdistanê sembola yekgirtîbûn, azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.

Li vê roja pîroz da tekez li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û hezaran silav li giyanê pakê wan şehîdan ku bi navê ala pîroza Kurdistanê canê xwe gorî kirin.

Bijî Kurd bijî Kurdistan.

Mesûd Barzanî
17.12.2019

Parve bike: