Kurdistan
Serok Barzanî bi Balyozê Yûnanê re civiya: Girîngiyeke taybet a Kurdistanê bo Yûnanistanê heye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Yûnanistanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos jî amade bû. Di civînê de her du aliyan ronahî xistin ser rewşa siyasî û pêşhatên navçeyê û herwiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Di vê civînê de Balyozê Yûnanistanê li Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybet heye û xwazyarê pêşxistina pêwendiyên warên cuda cuda yên di navbera her du aliyan de ne.