Serok Barzanî bi Elî Bapîr re civiya: Li ser berjewendiyên bilind ên Kurdistanê...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Selaheddîn pêşwaziya Emîrê Komela Îslamî Mamosta Elî Bapîr û şanda ligel wî kir ku ji Abdulstar Mecîd Endamê Mekteba Siyasî û Mamosta Mela Hesen Endamê Serkirdayetiya Komela Îslamiya Kurdistanê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Elî Husên Berpirsê Mekteba Navendî ya Peywendiyên Niştimaniyên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê guftûgo kirin.
Herwiha di hevdîtinê de ser pêwîstiya hemahengiya aliyên Kurdistaniyan ya li ser berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û xalên hevbeş ên di navbera wan û pêkanîna yekrêziya niştimanî de axivîn.
Di beşeke din a vê civînê de herdu alî li ser pêwîstiya yekgotarî û hemahengiya fraksiyonên Kurdistaniyên li Bexdayê de hevrê bûn.
Li gorî daxuyaniya malpera Serok Barzanî, peywendiyên di navbera herdû aliyan de jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.