TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Helwesta hin aliyên Iraqê nayê qebûlkirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 nîsan 2026 17:46

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê geşedanên dawî yên siyasî li Iraqê û pêvajoya hilbijartina Serokkomar û Serokwezîr daxuyaniyek belav kir. Barzanî bal kişand ser hewildanên hin aliyan ên ji bo astengkirina pêvajoyê û destnîşan kir ku ev rewş ji bo wan nayê qebûlkirin.
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku pêdagirtina hin aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser berdewambûna hilbijartina Serokkomar, di dema ku hinekên din bi qestî hilbijartina Serokwezîr bi paş ve dixin, nêzîkatiyeke kêm û nehevseng e.
Barzanî destnîşan kir ku heta her du mijar bi hev re neyên çareserkirin, tu lihevkirinên destûrî pêkan nîn in. Di peyamê de hate gotin:
> "Em tekez dikin ku tu mijareke destûrî nayê yekalîkirin heta ku ew her du pirsgirêk bi hev re neyên çareserkirin; bi şêwazekî ku di rûniştina bê ya Encumena Nûneran de hemû alî amade bin."

Parve bike: