Serok Barzanî: Kurd qet ne kêmî neteweyên din in
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Gulanê li Pîrmamê pêşwazî li Endamê Encûmena London Lambeth Serbaz Berzincî kir.
Baregeha Barzanî ragihand, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser girîngiya rol û tevlîbûna Revenda Kurdî li welatên derve li hev guhertin, xasma rolê Revenda Kurdî li Brîtanyayê û pişgirî û alîkariya wan ji bo veguhastina ezmûna pêşketî ya wî welatî ji bo Herêma Kurdistanê.
Di civînê de, “Her du aliyan ronahî xistin ser hevahengiya navbera Herêma kurdistanê û Brîtanyayê daxwaza zêdetir lihevguhertina kultûrî, zanistî, siyasî, bazirganî û kenolojî anîn zinan”.
Serbaz Berzincî ji Serok Barzanî re got, ew ê hemû hewlên xwe ji bo baştirkirin û pêşxistina pêwendiyên piralî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û nasandina doza rewa ya gelê Kurd li Kurdistanê û derve bidin.
Serok Barzanî spasîya xizmetkirina Serbaz Berzincî ji bo gelê xwe li derveyî welat û hewlên wî yên ji bo bibîranîn û vekirina her du mebûsên Helebce û Enfalê li navendên fermî yên Brîtanyayê kir.
Serok Barzanî, Berzincî weke mînak bi nav kir ku eger derfet bê dayîn, Kurd dikarin şiyanên xwe îspat bikin û ji neteweyên din ne kêmtir in.
Herwiha Serok Barzanî hêviya serkeftin û berdewamiya ji Serbaz Berzincî re xwest û daxwaza girîngîpêdana proseya naskirina tawanên Feylî, Barzaniyan û kîmyabarana Helebce û Enfala gelê Kurd kir.
Di dawiya hevdîtinê de, Serbaz Berzincî bacê rêzê pêşkêşî Serok Barzanî kir ku îsal di salvegera Enfalê de jê re hat dayîn.