TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî li ser wefata Pêşmergeyê Komara Kurdistanê peyamek belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2026 19:05

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşmergeyê herdu şoreşên Gulan û Îlonê Kazim Şanederî peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî, diyar kir ku wî nûçeya wefata Kazim Şanederî ku ji hevalên rêwîtiyê yên Barzaniyê Nemir ê li Yekîtiya Sovyetê û pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû, bi daxeke mezin wergirtiye.

Serok Barzanî destnîşan kir ku Şanederî şagirt û şopînerê rêbaza Barzanî û yek ji wan qehremanan bû ku hemû jiyana xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê terxan kiribû.

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat, xizm û dostên Kazim Şanederî û hemû pêşmerge, xebatkar û nîştimanperwerên Kurdistanê kir û xwe wekî şirîkê xema wan da zanîn.

Serok Barzanî ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku ruhê Kazim Şanederî bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.

Parve bike: