TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fînlandayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2026 18:59

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê, li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Fînlendayê li Îraqê Antti Putkonen kir.

Di civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser girjî, alozî û pêşveçûnên vê dawiyê li ser astê herêmî û navdewletî li hev guhartin û tekez li ser pêdivîtiya serweriya diyalogê û awayê aşitiyane bo çareserkirina arîşeyên herêmî û cîhanî hate kirin.

Di beşeke din a civînê de, behsa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hevahengiya navbera wan hate kirin, herwiha ronahî berda ser nehiştina asteng û dijwariyan û çareserkirina arîşeyên Iraqê di çarçoveya destûrê de û liberçavwergirtina bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê.

Gefên terorê û rolê hevpeymanan di şerê dijî terorîstan de du mijarên din ên civînê bûn. Serok Barzanî spasiya rolê Fînlendayê û welatên hevpeyman di alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê û şikandina terorîstên DAÎŞê de kir.

Parve bike: