Kurdistan
Serok Barzanî pêswazî li Emar Hekîm kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 21ê Sibatê pêşwazî li serokê Tevgera Hîkme ya Iraqî, Emar Hekîm kir.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî li Pîrmanê pêşwazî li serokê bizava Hîkme ya Iraqî Emar Hekîm û şanda ligel wî kir.
Piştî civînê hat diyarkirin ku di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Herwiha hilbijartinên Iraqê û rewşa aborî û ewlehî û siyasî ya welêt jî di hevdîtinê de hat axaftin.
Di civînê de tekezîiya berdewamiya pêwendiyên di navbera her du aliyan de hat kirin.