Kurdistan
Serok Barzanî peyamek sersaxiyê bo koça dawî ya Tahirxan sand
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bo koça dawî ya Abdullah Tahirxan, peyameke sersaxiyê ji Kak Elî Tahirxan Simayil Axa (Simko) re şand.
Serok Barzanî di peyama we de got: “Bi xem û kovaneke mezin xebera koça dawî ya birayê we Kek Abdullah gihîşt me. Serxweşiyê li we û tevahiya malbat û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we me.”
Herwiha Serok Barzanî ji xwedayê mezin hêvîdar e giyanê Kek Abdullah bixe ber dilovaniya xwe û bi hedar û bi aramiyê ji hemû aliyan bibexşe.