TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê Ukraynayê: Rûsyayê zexta xwe li ser herêma Donbasê zêde kiriye

Admin L
Nivîskar
📅 20 gulan 2022 15:48

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi vîeoyekê diyar kir û got, Rûsyayê zexta xwe li ser herêma Donbasê zêde kiriye û ew dever kiriye dojeh.

Volodimir Zelensky di vîdeoya xwe ya şeva borî belav kir de da zanîn: “Tiştê ku hevbeşên me dikin tenê bexşîn nîne, ew di parastina asayîşa xwe de beşdar dibin û niha Ukrayna girîngî dide parastina hemûyan li dijî Rûsyayê.”

Zelensky destnîşan kir, Rûsyayê hewldanên xwe zêde kirine û dixwazin herêma Donbas bi temamş bigrin.

Di berdewamiyê de Zelensky eşkere kir: “Artêşa Ukraynayê kariye pêşveçûna artêşa Rûsyayê li navçeya Kharkiv bide sekinandin û ev jî bûye sedema wê yekê ku Rûs herêma Donbasê bikin dojeh.”

Parve bike: