Kurdistan
Serokwezîr Barzanî, ji bo projeyekê serdana nexwesxaneyan dike
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo ku pergala dayîna mûçeyan a di bin banê projeya “Mûçeya Min” di cih de kontrol bike, îro dê li Hewlêrê serdana 2 nexweşxaneyan bike.
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîr Barzanî dê ji bo dîtin û kontrolkirina di cih de ya projeye, dê îro serdana nexweşxaneyên Jin û Jidayîkbûnê û Subhî Yeqûbî bike ku ev proje lê tê bikaranîn.
Hat diyarkirin ku herdu nexweşxane wekî yekem qada pîlot ku projeyên xwe yên "Hejmara Min" pêk tînin, hatine destnîşankirin.