Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi balyozê Fransayê re civîya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir. Di vê hevdîtina dîplomatîk de, her du aliyan tekezî li ser xurtkirina pewendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir û di çarçoveyeke berfireh de rewşa giştî ya Iraq û herêmê nirxand. Herdu alîyan girîngi dan parastina asayîş û aramiya herêmê.
Di berdewamiya guftûgoyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser rûdanên navxweyî yên Kurdistanê û destnîşan kir ku ji bo dawîanîna xitimandina proseya siyasî, pêwîst e Parlamena Kurdistanê bi lez were çalakkirin û pirsgirêk bi hesteke bilind a berpirsyariyê werin çareserkirin. Her wiha, girîngiya piştgirîkirina hikûmeta federal a Iraqê ji bo rûbirûbûna astengiyên ewlehî, aborî û darayî wekî xaleke sereke ya civînê hat guftûgokirin.