Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo têkiliyên fermî giha Îmaratan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo seredana fermî giha welatê Îmaratan. Barzanî di çarçoveya gera fermî de wê bi serokê Îmaratan bi Şêx Muhammed bin Zayed Al Nahyan re hevdîtin bike.
Hukumeta Herêma Kurdistanê di daxwuyaniya xwe de got ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihaye Abû Dabiyê. Barzanî dê di asta bilind de hevdîtinan bike.
Pêwendiyên di navbera Îmarata û Kurdistanê de di salên dawiyê de gihaye asta yên stratejik. Di navbera her dû welatan de, di seha aboriyê û dîplomasiyê de têkiliyên gelek xwurt hene.
Şîrketên mezin yên Îmaratan li Herêma Kurdistanê di seha enerjiyê, avahiyên esasî û di veberhênanê de rolên wan yên girîng hene.
Dîplomasiya her dû terefan di rêya balyozxana li Kurdistanê ya Başûr de dimeşin û di her derfetê de her dû teref ji bo mezinkirina hecma bazirganiyê û xwurtkirina koordînasyona siyasî ragihandinan dikin.