Kurdistan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya Bendava Bastorayê vekir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bendava Bastora ya li parêzgeha Hewlêrê vekir.
Di çarçoveya hewlên kabîneya nehemîn de ya ji bo kêmkirina bandora hişkesalî û zêdekirina ava bin erdê, îro duşemê 14.10.2024an Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya bendava Bastorayê vekir.
Ev bendav xwedî kapasîteya 20 milyon metrekup av e û dê bibe herêmeke geştyariyê û çavkaniyeke girîng e ji bo pêşxistina xwedîkirina masiyan. Projeya Bendava Bastorayê ku ji aliyê şirketeke xwecihî ve hatiye avakirin, derfeta kar ji bo 150 kesî pêk aniye.