TR KU SO
FB X
Kurdistan

Talabanî: Di derveyê daxwaza hukumeta Iraqê de fuzeyan avêtin welatên cîran

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2026 19:40

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî rexne li grûbên çekdar yên ku derveyê hukumetê de tevdigerin kir û got:

“Em di şer de bê teref neman. Bê erêkirina hukumetê fuzeyan avêtin welatên cîran. Divê îznê nedin van kiryaran.”

Bafil Talabanî di 6ê Hezîrana 2026an de tevlî Foruma Aboriyê ya Delphi ya li Silêmaniyê bû. Di panela bi serpereştiya rojnamevanê Yûnanî Famis Papasanasio de Talabanî li ser mijarên dijberiya navbera DYA-Iraqê, rewşa ewlehiya li Iraqê, li Tirkiyê pêvajoya aştiyê û di derbarê têkiliyên Bexda-Erbîlê de agahiyan da.

Talabanî got ku Iraq di navbera DYA û Îranê de yê ku wenda kiriye û balê kişand ser kêmasiya kontrola dewletê ya ser grûbên çekdar li Iraqê. Talabanî ji bo giştiya Iraqê got:

“Mixabin di vî şerî de em bêteref neman. Di derveyê erka hukumnetê de, grûbên çekdar fuzeyan avêtin welatên cîran. Nabe em îznê bidin van kiriyaran. Eger biryara şer bidin, ev karê hukumetê ye û mecbûre singa xwe bide ber encamê wê jî. Lê grûbekî nikare bi serê xwe tevgere û li ser navê welat biryarê bide. Divê Iraq weka Pakistanê rola navbeynkariyê bigre ser xwe.

Talabanî, şerê navbera DYA û Îranê rave kir û got di navbera Roma û împaratoriyeta Persan de 650 sal şer dewam kir lê kes qezenc nekir.

Talabanî xetên sor yên DYAye ku diguhirin rexne kir û got:

“Îro jî peyam eyniye. Têkoşîneka ku kesekî qezenc nake heye. Tehran bi dronekî 20 hezar dolarî dike ku dijminê wî bi milyon dolarî muhîmmat xerc bike. Pêdiviya Washingtonê ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike, bi zimanekî cuda yê muzakereyan heye û divê dîplomaisyekî wê yê bi sebir hebe.”

Talabanî behsa pêvajoya aştiya li Tirkiyê ya diyalogê kir û got wê pêvajo dewam bike û bi serkeftin encam bide. Talabanî behsa hevdîtina bi balyozê Tirkiyê re yê du roj berê kir û got ku YNK amade ye temsîla hevkariya li ser bingeha adilane, wekhevî û di temsîla weka hev de hevkariyê bike.

Di panela girtina Forumê de Talabanî bang li lîder û veberhênerên dinyayê kir, balê kişand ser potansiyela Silêmaniyê ya veberhênanê û got:

“Silêmaniye bi potansiyela xwe yek ji bajarên dinyayê yê herî dewlemend e. Werin û bibin hevkarê vê dewlemendiyê. Serweta bajarê me ya esasî petrol an gasa xwezayî nîne, raste rast çavkaniya mirova ye. Asta perwerdê bilinde, pir zimaniye, dînamik û xelkê me serbilind e. Ez şîrketên navdewletî dawet dikim da sûdê ji çavkaniya mirovan bigre.”

Parve bike: