TR KU SO
FB X
Kurdistan

Termê hersê zarokên Colemêrgî ji nav ava bendavê hatin derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2019 16:51

PeyamaKurd - Li bajaroka Geverê ya Colemêrgê termê wan hersê zarokên ku di nav ava bendavê de wenda bûbûn hatin dîtin. Îro danê sibehê li derdora golê ger û pişkinînê bo dîtina wan destpê kiribû û derdora nîvro termê hersê zarokan hatin dîtin.

Doh Şemiyê li bajarokê Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê herdu zarokên birayên hev bi navên Orçun û Olcay Ulali ligel zarokekî din ê merivê wan bi navê Mesut Buyuksu piştî ku ketibûn nav ava bendavê wenda bûbûn.

Li derdora gola bendavê cil û pêlavên zarokan ji aliyê malbat û cendirmeyan ve hatibûn dîtin. Bûyer, demjimêrên êvara borî li Bendava Dilimli qewimî bû ku 12 kîlometre dûrî bajarokê Geverê ye.

Orçun û Olcay Olayli ligel merivê wan Mesût Buyuksu ku ji bo hênik bibin ketibûn gola Bendava Dilimli, piştî demekê wenda bûbûn.  Xelkê gundên derdorê cendirme agahdar kirin, lê di ger û pişkinînê de tenê cil û pêlavên zarokan hatibûn dîtin.

Îro danê sibehê cendirme û tîmên AFADê car din dest bi ger û pişkinînê kirin û di dawî de termê hersê zarokan hatin dîtin ku di gola bendavê de xeniqîbûn û xebera nexweş gehişte malbatên wan.

Parve bike: