Tohmetbarê windabûna Gulistan Doku li Antalya hat girtin û pistî îfadeyê jî hat berdan
PeyamaKurd - Tohmetbarê sereke yê xwendekara kurd a winda Gulistan Dokû ku ji 5ê Çileya 2020an ve aqûbeta wê nayê zanîn, îro hat binçavkirin û piştî wergirtina îfadeya wî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Zaynal Abarakov dema Gulisan Doku li Dersîmê xwendekar bû hevalê wê bû, beriya winda bibe herî dawî hev dîtibûn.
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ji 5ê çileya 2020an ve li Dersimê hatiye windakirin û digel hemû hewldanên malbatê û lêkolînên li cihê winda bûye hatine kirin jî ne zindî ne jî bi awayê mirî nehatiye dîtin.
Hevalê Doku yê tohmetbarê windabûna wê ye, Zanal Abarakov piştî zêdetirî du salan îro 17ê Adarê li navçeya Alanya ya Antalyayê hat binçavkirin.
Dadgeha Dersîmê bi rêya SEGBÎSê Abarakov li navenda polîsan îfadeyê wî stand û biryara berdana wî bi şertê kontrola edlî da.