Umêd Xoşnaw: Yên nirxê benzînê bilind bikin wê bên cezakirin
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 20ê Tîrmehê pêngavên kêmkirina nirxê benzînê li bazarên navxweyî da destpêkirin, ku ev biryar bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat wergirtin.
Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr bi rêya Wezareta Samanên Sirûştî daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem bihayê sotemeniyê daxînin asteke guncav daku barê darayî yê ser milê çînên civakê sivik bibe.
Ji bo bicihkirina vê fermanê û mîsogerkirina daxistina nirxan, lijneyeke bilind ji wezaretên navborî û parêzgaran hat avakirin ji bo çavdêriya her benzînxaneyekê bikin û pabendbûna wan di lîsteya karsaziyê bişopînin.
Parêzgarê Hewlêrê hişyariyeke tund da
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser biryara daxistina bihayê benzînê ragihand ku fermana daxistina nirxê benzînê hatiye belavkirin û hemû saziyên pêwendîdar hatine agahdarkirin.
Xoşnaw hişyariyeke tund da serpêçîkaran û destnîşan kir ku ji sibe ve rêkarên yasayî û cezayên giran li dijî wan kesên ku li dijî vê biryarê derdikevin û bihayê sotemeniyê bilind dikin li seranserê parêzgehê dest pê dikin.