TR KU SO
FB X
Kurdistan

VIDEO | Mahmut Alinak hat girtin: Ji we natirsim!

Admin H
Nivîskar
📅 18 sibat 2020 00:00

PeyamaKurd - Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinakê ku pirtûkeke bi sernavê 'Mehmet Tunç û Bêkes' derbarê şewitandina kesên di bodrumên Cizîrê de nivîsandibû û 4 roj berê li bajarê Qersê li mala xwe hatibû binçavkirin îro derket pêşberî dadgehê û bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' biryara girtina wî hat dayîn.

Polîsan 13ê Sibatê li Qersê di ser mala Mahmût Alinak de girtibû û ji wê rojê ve li navenda asayîşê di bin çavan de bû.

Piştî ku îro kar û barê îfadedayîna li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bû, Alinak îro derxistin pêşberî Dadgeha Qersê. Piştî îfadeyên Alinak li dadgehê bi hincet nîşandana “Endamê rêxistinê" biryara girtina wî hat dayîn û ew şandin girtîgehê.

Li gorî hatiye ragihandin Mahmut Alinak ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” hatiye girtin û herwiha dahata pirtûkê jî bexşî malbata Mehmet Tunç kiriye.

Alinak heta niha ji salên 1990an ve bêhtirî deh caran ketiye girtîgehan û bi salan heps raza ye.

Dema polîsan xwest destê wî kelepçe bikin û wî bibin girtîgehê bertek nîşan da û got, ez nahêlim mafê we nîne û ji we natirsim...

Parve bike: