Kurdistan
Waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê hatin derxistin
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê Opozisyona Sûriyê, waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê yên dibistanan derxist.
Li dibistanên herêma Efrînê, yên di bin destê Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de, Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Demkî waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê yên dibistanan derxist.
Di serdema Rêveberiya Xweser de, li herêma Efrînê, tevahiya qonaxên xwendin û perwerdeyê xurû bi zimanê Kurdî bûn û kar ne bi programên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê û ne jî yên hikûmeta opozisyonê nedihat kirin.