Kurdistan
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê qedexe dirêj kir
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê ya di navbera parêzgehên Kurdistanê de dirêj kir.
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê îro çend ferman û biryarên nû ragihandin ku yek ji wan biryara dirêjkirina qedexeya çûnûhatina navbera parêzgehên Kurdistanê ye.
Wezaretê ragihand, ji ber zêdebûna haletên nexweşiya koronayê qedexeya çûnûhatina navbera bajaran heta 15 vê mehê hatiye dirêjkirin. Lê belê kesên karên wan ên pêwîst hebin, dikarin bi rêya online daxwaza wergirtina mohlet û destûrê bikin.
Wezaretê herwiha biryar wergirt ku ji saet 12 şevê heta 6 sibê, tevahiya cihên giştî girtî bin.