TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xortekî ket ber pêlên ava Çemê Goksuyê yê navça Besniyê

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 00:06

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Besniyê xortê bi navê İsa Ö. xwest di ava çemê Goksu de xwe hînik bike lê dema ket avê, kete ber pêlên ava Goksuyê.

Dema xort çûn ber avê 4 kes bûn: V.A. (17), Hasan G. (20), Ali Y. (19) û İsa Ö. (20). Dema ketin avê her 4 jî ketin ber pêlan. Welatiyên li wê derê Hasan G., Ali Y., û V.A. rizgar kirin lê İsa Ö. di ber çavan wenda bû.

Tîmên noqavê yên asayîşa Semsûrê çûn ciyê bûyerê û heya niha li xortê wenda digerin.

Parve bike: