TR KU SO
FB X
Tendrûstî

kompûtera herî bi lez ji bo hesabên taybet li Amerîka hat çêkirin

Dilges Osman
Nivîskar
📅 14 hezîran 2018 00:46

PeyamaKurd - Amerîka ji bo hesabên taybet bi navê ‘Summit' compîtirekî nû çêkir. Tê îdiakirin ku ev kompûter di dunyayê de kompûtera herî bi lez e.

Compîtera Summit bi lezbûna xwe ji kompûtera Çînê ya bi navê Sunway TaihuLight derbastir kir. Summit di saniyekî de dikare 200 trîlyon hesabê bike, kompûtera Çînê Sunway Taihulight di saniyekî de 93 tirîlyon hesabê dikare bike.

Kompûterên taybet ji bo hesabên taybet tên çêkirin. Summit xwediyê 4.608 bota ye û 10 petabayt (10.024 tarabayt) hefizaya wê heye.
Tê zanîn ku îro bi tevahî 500 kopûterên taybet hene. Ji van 143 heb li Amerîkayê ne, 202 heb jî li Çînê ne.

Parve bike: