Cîhan
Qalîbaf: Amerîka ji ber hesabên şaş ketiye nava çiravê
PeyamaKurd - Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf derbarê polîtîkayên Amerîkayê de diyar kir ku Washington di mijara Îranê de rastiyên li erdê şaş dixwîne.
Qalîbaf destnîşan kir ku hewldanên Amerîkayê yên ji bo teslîmgirtina Îranê bi rêya zextên medyayî û gefên leşkerî bi tevahî vala ne û got: "Amerîkî ji ber hesabên xwe yên xelet ketine nava çiravê."
Serokê Meclîsa Îranê anî ziman ku rêveberiya Amerîkayê hêj fêm nekiriye ku Îrana îroyîn ne Îrana dema Şah Muhemmed Reza Pehlewî ye û xwedî îradeyeke polayî ye.
Qalîbaf her wiha bal kişand ser wê yekê ku gelê Îranê li hemberî hêzên derve serî natewîne û got ku derketina ji vê rewşê bi tevahî di destê rêveberiya Washingtoneyê bixwe de ye.