TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Li Fasê (Mexrib) 310 doktor dev ji karê xwe berdan

Admin M
Nivîskar
📅 27 nîsan 2019 19:20

PeyamaKurd- Li welatê Fasê 310 doktorên ku gilî û gazinên wan bi sîstema tenduristiyê re hene, dev ji karên xwe berdan. 310 doktor di nexweşxaneyên dewletê de dixebitîn.

Doktoran sîstema tenduristiyê ya dewleta Fasê weka felaket binavkirin. Sendîka Serbixwe ya Doktoran bi awayeka nivîskî mijarê weha ragihand:

“Li herêma Beni Melalê 122 doktor, li ya Meknesê 125 doktor û li herêma rojhilat 63 doktor bi sedema sîstema tenduritiyê nikaribûn wezîfa xwe bikin û îstîfa kirin.”

Di beyanê de ragihandin ku daxwazên nexweşan bi sedema sîstemê nikarin bicîh bînin û sîstem kêmasiya xwe weka yên doktoran nîşan dide. Ferqa navbera mehaneyên doktirên dewletê û yên ku taybet dixebitin geleke û ev jî mijareka dinê ya doktora ye.

Parve bike: