TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Yek kes mir 7 kes bi mirina wî sax bûn

Admin M
Nivîskar
📅 24 gulan 2020 01:36

PeyamaKurd- Li bajarê Newşehîra Anedolê kurekî 24 salî yê bi navê Mehmet Ç. wesiyeta xwe kiribû ku dema bimre bila wesleyên canê wî bidin kesên nexweş an ku xwe bexşand. Mehmet Ç. hefteya borî di dema pevçûnekê de li erdê dikeve serê wî li erdê dikeve û wî dibin nexweşxaneya Newşehirê.

Mehmet Ç. îro jiyana xwe ji dest da û malbata wî temamê wesleyên bedena wî bo nexweşên ku li benda wesleyan bûn, bexşandin û bo kesên ku li benda perçeyên bedene bûn, bo wan hat şandin. Wesleyên ku şandin pişik, kezeb, her dû gurçik û korneayên çavan hatin şandin bo nexweşxaneyên Şehir ya Ankara, Nexweşxane ya Tibê ya Fakulteya Ankara û Nexweşxaneya Tibê ya Hacetepeyê.

Parve bike: