VÎDEO- Şampiyonê Kurd Kembera Zêrîn diyarî Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Werzişvanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Ferşad Girdkane (Farshad Gardakaneh), di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê (North American Grappling Association) de ku li Brukselê hat lidarxistin, serkeftineke mezin bi dest xist û bû xwediyê madelyeya zêr û kembera şampiyoniyê.
Şampiyoniya di kategoriya herî dijwar de
Ferşad Girdkane di 26ê Nîsana 2026an de, li paytexta Belçîkayê beşdarî kategoriya No-Gi Expert (90-99,9 kîlo) bû. Ev kategorî wekî asta herî bilind a grapplingê tê qebûlkirin û werzişvanên herî jêhatî tê de rûbirûyî hev dibin.
Ferşad di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rikeberên wî gelekî bihêz bûn; yek ji wan Sofiane Aissaoui bû ku werzişvanekî profesyonel ê MMAyê ye û di organîzasyonên navdar ên wekî PFL Europeyê de şer kiriye. Tevî vê asta bilind, Ferşad karî hemû rikeberên xwe têk bibe û bibe şampiyonê NAGAyê.
Biji Kurdistan ✌️❤️ pic.twitter.com/5QoLFp4efo
— Farshad Gardakaneh / فرشاد گردکانه (@FGerdakaneh) April 27, 2026
Xelata xwe diyarî Kurdistanê kir
Piştî wergirtina madelyeya zêr û kemberê, Ferşad Girdkane bi Ala Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kir. Wî li ser hesabê xwe yê medya civakî kêfxweşiya xwe parve kir û got: "Ev ji bo min demeke gelekî taybet e."
Werzişvanê Kurd diyar kir ku ev şampiyonî fexreke mezin e û wî ev xelata giranbiha diyarî gelê Kurdistanê û şehîdên Kurdistanê kir.