Li Londonê Konferansa Têkiliyên Cihû û Kurdan tê lidarxistin

Li Londonê Konferansa Têkiliyên Cihû û Kurdan tê lidarxistin

Hate ragihandin ku di rojên 6-7ê Îlonê de li bajarê London ê Brîtanyayê konferanseke navneteweyî ya bi sernavê "Têkiliyên Cihû û Kurdan di Rojhilata Navîn a Guherîner de" tê lidarxistin.

Di roja duyemîn a konferansê de, di Panela 6an a ku li ser mijara nasnameyê hatiye amadekirin de, pêşxistina diyalog û hevkariyên nû di navbera Cihû û Kurdan tê gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku armanca vê çalakiyê ew e ku têkiliyên dîrokî û nû yên di navbera her du gelan de di çarçoveya guherînên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn de binirxîne û di navbera herdu gelan de pira hevkariyê xurttir bike.