PeyamaKurd - Piştî biryara hilweşandina HSDê, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara bi biryarnameya hejmar 164 Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî (Mustafa Halil Abdi) wekî şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê tayîn kir.
Ajansa nûçeyan a SANAyê eşkere kir ku ev biryarname ketiye warê cîbicîkirinê û di heman demê de biryara nasîna zimanê Kurdî wekî zimanî hilbijartî û nîştimanî jî ket meriyetê.
Herwiha di çarçoveya vê lihevkirinê de Îlham Ehmed jî wekî parlamenter çû nava parlamentoyê.
Li aliyê din di çarçoveya lihevkirina 29ê Çileyê de xebatên girêdana hêzên YPJê bo ser Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê jî berdewam dikin.