PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser geşedan û biryarên dawî yên Iraqê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku divê destûr di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bibe dadwer û hat diyar kirin ku biryarên tekane xizmeta ewlehî û aramiya Iraqê nakin.
PDK û YNKê diyar kir ku daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê û tedbîrên dawî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê matmayîneke mezin û anîn zimên ku Herêmê ji bilî mafên xwe yên destûrî ti tiştekî din nexwestiye. Her du partiyan tekez kir ku "Kurdîstan encama xwîn û têkoşîna gelê Kurd e; binpêkirina maf û destkeftiyan xeta sor e" û hemû biryarên li derveyî destûrê wekî binpêkirin hatin nirxandin.