PeyamaKurd - Şandeke Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Wezîr Bêgerd Talebanî gihîşt Bexdayê da ku li ser mafên darayî yên cotkaran û pişka herêmê ya salên 2025 û 2026an bi berpirsên hikûmeta federal re bicive.
Serdana ku ji aliyê peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan ve hatiye ragihandin, dê sê rojan bikişîne.
Şandeya herêmê di çarçoveya bernameya xwe de îro li gel wezaretên çandinî, çavkaniyên avê û jîngehê yên Îraqê dest bi civînan kir.
Mijara herî sereke yê van hevdîtinan nîqaşkirina mafên darayî yên genimê cotkaran e, bi taybetî jî diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ji wê budceya ku Serokwezîrê Îraqê ji bo dayîna pereyê genimê cotkarên seranserî welat terxan kiriye.