Hikûmeta Kurdistanê: Divê hemû maf di budçeyê de bên misogerkirin

Hikûmeta Kurdistanê: Divê hemû maf di budçeyê de bên misogerkirin

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 28ê Cotmeha 2026an, bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de, şanda danûstandinar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên civîn û danûstandinên dawî yên ligel Wezareta Darayî ya Federal ên derbarê benda (10)an a reşnivîsa projeyasaya budceya giştî ya federal bo sala 2027an pêşkêş kir.

Herwiha gotûbêj li ser serdana şanda payebilind a hikûmeta federal bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Federal bo Karûbarên Enerjiyê û bi beşdariya wezîrên petrol û kehrebayê bo Herêma Kurdistanê, ligel encamên danûstandinên wan ên li ser dosyeyên petrol û enerjiyê di çarçoveya reşnivîsa projeyasaya budceya federal de hat kirin.

Piştî gotûbêjkirin û nirxandina encamên civînan, Encûmena Wezîran tekez kir ku Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî û federal e û maf, desthilat û heqên wê yên darayî bi destûrê hatine parastin. Lewma pêwîst e budceya giştî ya federal li ser bingeha destûr, dadperwerî û hevpariya rasteqîn bê amadekirin, ne bi biryar û rêkarên yekalî yên hikûmeta federal.

Encûmena Wezîran tekez kir ku para budceya Herêma Kurdistanê, divê li ser bingeha rêjeya (%14.14) a nifûsê û li gorî encamên serjimêriya giştî ya dawî bê diyarkirin û hemû maf û şayisteyên darayî yên Herêmê bên misogerkirin.

Encûmena Wezîran, şanda danûstandinar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard ku nedestûrîbûn û nerastiya wan bend û xişteyên reşnivîsa budceya sala 2027an—yên ku ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve hatine amadekirin û maf û heqên Herêmê binpê dikin— ronî bike û ligel pêşniyarên alternatîf ên Herêmê û hemû belgeyên destûrî, yasayî û darayî, arasteyî desthilatên federal û aliyên siyasî yên pêkhênerên kabîneya federal bike, da ku pêdaçûnek li reşnivîsê bê kirin û bê sererastkirin.

Her wiha Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwazê ji Encûmena Wezîran a Federal dike ku rê nede reşnivîsa projeyasaya budceya giştî ya federal bi awayê niha bikeve ber gotûbêj û dengdanê, berî ku pêdaçûneke hûr û pêwîst jê re bê kirin û maf û şayisteyên destûrî û darayî yên Herêmê tê de bên mîsogerkirin.

Encûmena Wezîran tekez dike ku Herêma Kurdistanê çaverê ye projeyasaya budceya sala 2027an di serdema kabîneya hikûmeta federal a bi serokatiya Elî Zeydî de, bibe derfetek ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîn û destûrî bo kêşeyên darayî yên hevalawêstî yên navbera her du hikûmetan; ne ku li dewsa çareserkirina pirsgirêkên salên borî, heman kêşe û nakokî di sala bê de jî dubare bibin.

Encûmena Wezîran tekez kir ku Hikûmeta Herêmê pabendî pêkanîna hemû erkên xwe yên destûrî û yasayî ye, lê di heman demê de li ser misogerkirina maf û şayisteyên Herêmê û welatiyên wê pêdagir e û dest ji van mafan bernade.

Her wiha Encûmena Wezîran tekez kir ku Hikûmeta Herêmê bi awayekî zelal û şefaf hemû zanyarî û daneyên peywendîdar xistine berdestê hikûmeta federal û bi awayekî berdewam bi rêya saziyên destûrî yên her du hikûmetan ve hûrbînî û pêdaçûna hevbeş a mehane û werzane tê encamdan. Lewma nabe ku pişta xwe bispêrin zanyarî û îdiayên bêbingeh û bêbelge, û di budceyê de biryar û mercên yekalî bên ferzkirin.

Di dawiyê de, Encûmena Wezîran piştevaniya xwe bo şanda danûstandinar nû kir û tekezî li ser berdewamiya gotûbêjên ligel hikûmeta federal kir, da ku bigihîjin rêkeftineke dadperwerane ya ku mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê biparêze û bingehên hevbeşiya federal bihêztir bike.