PeyamaKurd - Şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê diçe Bexdayê da ku derbarê piştraskirina maf û şayeteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di yasaya bûdçeya federal a 2027an de bi rayedarên hikûmeta Iraqê re bicive.
Li gorî zanyariyan, di nava şandê de Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran Omed Səbah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm cih digirin.
Hate diyarkirin ku Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab piştî pêşkêşkirina destjikarberdana xwe ya ji ber nakokiyên îdarî, tevlî vê serdanê nebûye.
Her wiha mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ya meha Îlonê dê di rojeva civînê de be, ku tê payîn lîsteya mûçeyan di destpêka vê heftê de ji bo hûrbîniyê bişînin Wezareta Darayî ya Federal.
Herêma Kurdistanê di çarçoveya serjimêriya sala 2025an de daxwaza %14.1 ê ji bûdçeya giştî dike.