PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hemberî desteserkirina siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya operasyona li ser Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de, hatine binçavkirin nerazîbûn nîşan da.
DEM Partiyê daxuyaniyek bi sernavê "Kiryarên nedemokratîk ên li hemberî siyasetmedar, hiqûqnas û medyayê nayên qebûlkirin!" belav kir û bal kişand ser wê yekê ku ew her roj bi nûçeyên operasyonên nû re rojê vedikin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di operasyonên navenda wê Diyarbekir e de Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel jî di nav de gelek siyasetmedar hatine desteserkirin û hat xwestin, demildest dawî li van zextên li dijî siyaset, çapemenî û civaka sivîl bê anîn.