PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û fesihkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de daxuyaniyek belav kir.
Çelîk got ku ew piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin û diyar kir ku piştî fesihkirina HSDê ji bo xurtkirina yekrêziya navxweyî ya Sûriyeyê qonaxeke girîng hatiye derbaskirin.
Siyaseta biratiyê û paşeroja herêmê
Omer Çelîk bal kişand ser polîtîkayên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û got ku gavên giştgir ên rêvebiriya Şamê dihêlin Sûriye ber bi paşerojeke saxlem ve bimeşe.
Herwiha Çelîk tekez kir ku armancên wan ên "Tirkiyeya Bêteror" û "Herêma Bêteror" planên ku armanc dikin herêmê parçe bikin pûç dikin û got: "Ev îrade ji bo birayên me yên Kurd ên li herêmê jî nîşaneya paşerojeke ronî ye. Em dê piştgiriya hemû pêngavên ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê berdewam bikin."