Li Qamişlo û Dêrikê meşên mafê perwerdeya ziman

Li Qamişlo û Dêrikê meşên mafê perwerdeya ziman

PeyamaKurd - Li bajêrên Qamişlo û Dêrikê ên Rojavayê Kurdistanê, bi boneya Roja Xwendekaran a Navneteweyî (17ê Mijdarê), bi sedan xwendekaran meşên girseyî li dar xistin.

Di meşan de daxwaza parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê (kurdî) hate kirin û piştgiriya ji bo Zanîngeha Rojava hat kirin.

Li Qamişloyê meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir. Di çalakiyê de li ser navê xwendekaran Diyana Ebdî û Bêrîtan Necîm daxuyanî bi kurdî û erebî xwendin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî Zanîngeha Rojava û xwendekarên wê hate şermezar kirin û banga domandina têkoşîna ji bo ziman û nasnameyê hate kirin.

Li Dêrikê jî meşa ku ji Navenda Perwerdeyê dest pê kir li navenda bazarê bi daxuyaniya xwendekar Aya Silêman bi dawî bû. Xwendekaran diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û ji hikumeta veguhêz hat xwestin rêzê li daxwaz û çalakiyên xwendekaran bigire.