Ji artêşa Iraqê li Pirdê operasyona DAIŞê: 3 kuştî

Ji artêşa Iraqê li Pirdê operasyona DAIŞê: 3 kuştî

PeyamaKurd - Di encama kemîneke hêzên ewlehiyê û bombebarana helîkopterên artêşa Iraqê de, li gundê Qerebegê yê ser bi bajarokê Pirdê yê Kerkûkê ve, sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ajokarê wan ê ku ew vediguhastin jî hat desteserkirin.

Li gorî agahiyan, piştî ku zanyariyên îstixbaratî nîşan dan otomobîlek bi çar çekdarên DAIŞê ve derbasî Pirdê bûye, artêşa Iraqê bajarok dorpêç kir û rêyên sereke girtin.

Hêzên leşkerî ji bo parastina sivîlan li benda derketina çekdaran man û piştî ku ew ber bi gundê Qerebegê ve çûn, operasyonek li dijî wan hat destpêkirin.

Di encama şer û bombebarana asmanî de sê çekdar hatin kuştin û kesek jî hat girtin.

Hêjayî gotinê ye, niştecihên deverê ji ber valahiyên ewlehiyê yên li herêmê nîgeran in û daxwaza vegera Hêzên Pêşmerge dikin.