Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî xaleke artêşa Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî xaleke artêşa Iraqê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku endamên rêxistina terorîst a DAIŞê li nêzîkî navçeya Hewîceyê ya Kerkûkê êrîşî xaleke leşkerî ya artêşa Iraqê kirin.

Êrîş li herêma El-Buhamdan a li nêzî Çiyayê Mamu yê di navbera nahiyeya Sergaran û Hewîceyê de pêk hat û di encamê de kameraya termal a li xala leşkerî hate wêrankirin û bêkêrkirin.

Hate ragihandin ku xala ku hatiye armanckirin bi Alaya Komandoyan a Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve girêdayî ye.

Piştî êrîşê di navbera hêzên Iraqî û endamên DAIŞê de pevçûn derketin û êrîşker piştî pevçûnê ji herêmê vekişiyan û reviyan.