Li Şamê 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Li Şamê 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama operasyoneke ewlehiyê ya li gundewarên Şamê de, 2 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Hate diyarkirin ku li bajarokê Renkûs ê li ser şaneyeke girêdayî çekdarên DAIŞê ya gundewarê Şamê operasyoneke ewlehiyê hat lidarxistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Sûriyê ragihand ku di encama operasyonê de, 2 çekdar hatin girtin, bi wan re jî teqemeniyek hat desteser kirin.

Hate eşkerekirin ku ji destpêka salê heta niha 73 êrîş ji aliyê DAIŞê li Sûriyeyê ve hatine kirin û 69 jî kes hatine kuştin.