PeyamaKurd – Dema serokê Fransayê Emmanuel Macron, berya civîna NATOyê ya Ankara, seredana Şamê kiribû, di wexta seredanê de teqînan kiribûn. Bi taybetî nêzî otêla ku Macron lê dima.
Wezîrê karên navxwe yê Sûriyê Enes Xattab, ragihand ku di wexta Macron seredana Şamê kiribû, di êrîşên bombeyî de 18 kes birîndar bûn û kesên wan êrîşên bombeyî kirin, niha hatine girtin. Xattab, ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de di ser Xê de kir. Xattab got:
“Du roj berê, hucra ku êrîşa terorî ya li Şamê kiribû, niha di destê me de ye. Piştî lêpirsîn biqede, em ê nasnamên endamên hucrê, rolên wan û temamê pêwendiyên wan bi raya giştî re parve bikin.”
Rûdana terorîstî li Şamê di 7ê Temmûzê de, li nêzî otêla ku Emmanule Macron lê dima û nêzî wezareta geştiyariyê 2 teqîn çêbûn, di nav wan de 4 wezîfedarên ewlehiyê bi temamî 18 kes birîndar bûbûn.
Macron, piştî rejîma Esad, yekem serokê welatekî Yekîtiya Ewrûpa ye ku seredana payîtexta Sûriyê ya Şamê dike.