Li Kurdistanê dema çalakkirina sîstema ASYCUDA eşkere bû

Li Kurdistanê dema çalakkirina sîstema ASYCUDA eşkere bû

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî îro 2yê Îlonê ligel tîma pisporên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) û berpirsên gumrikê civiya.

Di civînê de hat diyarkirin ku xebatên teknîkî yên ji bo bicihkirina sîstema elektronî ya "Asycuda" li dergehên gumrikî yên Herêma Kurdistanê ber bi dawiyê ve diçin.

Wezîrê Darayî eşkere kir ku ev sîstem dê bibe sedema yekxistina rêkaran, xurtkirina çavdêriya neteweyî û rêgirtina li binpêkirin û sextekariyan.

Di civînê de biryar hat dayîn ku ji 1ê Cotmeha 2026an ve, karûbarên gumrikî bi şêweyê pêşwext di dema veguhastina diravî de werin birêvebirin.

Hêjayî gotinê ye, bi bicihanîna vê sîstemê re hemû dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di tora hevgirtî ya elektronî de bi hev ve têne girêdan.