PeyamaKurd - Boksorê Kurd Agît Kabayel di sîkleta giran de şevê din reqîbê xwe di raunda duyem de têk bir û kembera şampiyoniya cîhanê ya WBCyê parast.
Di rikeberiya ku li wîlayeta Düsseldorf a Almanyayê di Stadyuma Merkur Spiel-Arena de bi amadebûna 53 hezar temaşevanan birêve çû de, Kabayel cara yekem kembera xwe ya şampiyoniya cîhanê parast.
Di vê reqabeta du boksorên bêtêkçûn de, Agît Kabayel di raunda duyem de bi biryara hakem serkeftina xwe ragihand. Bi vê encamê re boksorê Kurd rêza xwe ya serkeftinê ya bêtêkçûn li seranserê kariyera xwe ya profesyonel domand û cardin wekî şampiyonê cîhanê ma.
Agît Kabayel serkeftina xwe wekî her carê dîsa bi Ala Kurdistanê pîroz kir û pêşkeşî gelê Kurd kir.
Agit Kabayel soaked it all in as he retained his world title in Germany 👑🇩🇪 #KabayelHysa | Live Now on DAZN ▪️ https://t.co/FUlZWnPVKg
— DAZN Boxing (@DAZNBoxing) November 28, 2026
Karîyera Agît Kabayel
Agît Kabayel ku di 23yê îlonê ya 1992yan de li Leverkusena Almanyayê ji dayik bûye, di sala 2011an de dest bi kariyera boksa profesyonel kir. Kabayel ku berê şampiyoniya EBUyê ya Ewropayê bi dest xistibû, bi serkeftinên li dijî navên girîng ên wekî Arslanbek Makhmudov, Frank Sanchez û Zhilei Zhang li qada navneteweyî bilind bû:
Sibata 2025an: Boksorê Çînî Zhilei Zhang di raunda 6an de nakavt kir û bû şampiyonê demkî yê WBCyê.
Çileya 2026an: Damian Knyba di raunda 3yem de rawestand û kembera xwe parast.
Hezîrana 2026an: Piştî ku Oleksandr Usyk dev ji unvana WBCyê berda, Kabayel rasterast derket asta şampiyonê cîhanê û di maça Nelson Hysa de cara yekem ev unvan parast.
Boksorê meqsediyayî Nelson Hysa ku di 6ê îlona 1984an de li Shkodëra Arnavutlukê ji dayik bûye û bi nasnavê "Albanian Eagle" tê nasîn, berî vê maçê xwediyê rekoreke bêtêkçûn a bi 25 serkeftin û 23 nakavtan bû. Lê belê bi vê têkçûna li hember Kabayel, rêza kariyera wî ya bêtêkçûn bi dawî hat.
Ev serkeftina li Düsseldorfê li Almanyayê ya bo boksa sîkleta giran rastî eleqeyeke mezin li seranserê cîhanê hat û tê çaverêkirin di qonaxa pêş de Agît Kabayel beşdarî rikeberiyên hîn mezintir ên unvanê bibe.