Li Reqayê zevî û milkên Kurdan li xwediyên wan hatin vegerandin

Li Reqayê zevî û milkên Kurdan li xwediyên wan hatin vegerandin

PeyamaKurd - Alîkarê Parêzgarê Reqayê Mihemed Hamidî ragihand ku di çarçoveya parastina mafên welatiyan û bicîkirina prensîpa welatîbûna wekhev de, hinek zevî û milkên Kurdan li xwediyên wan ên bingehîn hatine vegerandin.

Hamidî tekez kir ku ev gav ji bo pêkanîna dadweriyê, xurtkirina biratî û hevbeşiya di navbera pêkhateyên civakê de hatiye avêtin.

Mihemed Hamidî bang li hemû welatiyên ku giliyên wan an jî belgeyên wan ên xwedîtiyê hene kir ku serî li aliyên pêwendîdar bidin û dosyeyên xwe bişopînin.

Wî diyar kir ku saziyên peywendîdar amade ne kêşeyan çareser bikin û mafên welatiyan li gorî çarçoveyên qanûnî û bêyî ku cuda xistinê di navbera ti pêkhateyekê de bikin, li wan vegerînin