PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya Peymana 29ê Çileya 2026an de, Komîteyên entegrasyonê dest bi nîqaşên betalkirina biryarên "Kembera Erebî" û çareserkirina encamên serjimariya awarte ya sala 1962yan kiriye.
Milkên Kurdan wê bên vegerandin
Piştî hilweşîna sîstema Baasê di dawiya sala 2024an de, çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku niha mekanîzmayên qanûnî tê amadekirin da ku erdên Kurdan ên di salên 1970yî de hatibûn desteserkirin, li xwediyên wan werin vegerandin.
Li gorî agahiyan medyaya Rojavayê Kurdistanê welatiyên Kurd ên ku erdên wan ji aliyê rejîma berê ve hatibûn desteserkirin û dabûn malbatên Ereb (Gemer), dê bikaribin bi belgeyên hiqûqî serî lê bidin û mafên xwe yên milkdariyê careke din bi dest bixin.
Serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara bi Biryarnameya 13an rê li ber Kurdên ku di sala 1962yan de mafê hemwelatîbûnê ji wan hatibû standin vekir, da ku bibin hemwelatiyên fermî yên Sûriyeyê.
Di civînên nû de daxwaz tê kirin ku ne tenê ev maf lê di heman demê de zimanê kurdî bibe zimanê fermî û sîstema rêvebirina Sûriyeyê ber bi nenavendîbûnê ve biçe.
Projeya "Kembera Erebî" ku demografiya Cizîrê guhertibû, wekî projeyeke siyasî ya Hafiz El Esed tê dîtin ku divê hemû bandorên wê yên îdarî werin betalkirin û garantiya mafên hemû pêkhateyan di destûra nû de were misoger kirin.