PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyeyê bi hevkariya Rêvebiriya Şama Kevn û rêxistina Handê, dest bi veguhastina peykerê serkirdeyê navdar ê dîrokê Selahedînê Eyûbî ji ber Keleha Şamê kir.
Rakirina peyker bû sedema bertek û nerazîbûna welatiyan.
Aliyên pêwendîdar diyar dikin ku ev pêngav ji bo baştirkirin, rêkxistin û nûkirina dîmenê derdora kelehê hatiye avêtin.
Li gorî biryara fermî, peykerê Selahedîn Eyûbî ji cîgeha xwe ya berê tê rakirin û dê li Qada Panoramayê bê bicihkirin.
Ev peykerê navdar di sala 1993yan de, di salvegera 800î ya wefata Selahedînê Eyûbî de ji aliyê peykersazê naskirî Ebdullah Seyîd ve hatibû çêkirin.
Selahedîn Eyûbî (1138–1193) ku bi eslê xwe Kurd e û damezirînerê Dewleta Eyûbiyan e, di dîroka cîhanê û Rojhilata Navîn de wekî yek ji navdartirîn serwer û rêberên leşkerî tê nasîn.