Macron li Şamê hat pêşwazîkirin: “Em ji nûh de rûpelekî tije aştî vekin”

Macron li Şamê hat pêşwazîkirin: “Em ji nûh de rûpelekî tije aştî vekin”

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di çarçova seredana xwe ya fermî de, giha payîtexta Sûriyê Şamê. Macron û heyeta pê re, ber destê êvarê giha Şamê û li balafirgeha navdewletî ji aliyê wezîrê karên derve û Xurbetvanan Esad Şeybanî de hat pêşwazîkirin.

Medya Sûriyê ragihand ku seredana serokekî Fransayê ji sala 2008an heya niha cara yekeme ku dibe ji bo Şamê an ku Sûriyê. Medya Sûriyê dibêje ku seredana Macron kir ku pêwendiyên Fransa û Sûriyê li ser bingeha rêzgirtina her dû welatan, li ser hemkariya wekhev giha asteka nûh.

Macron jî di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ew her wext li cem xelkê Sûriyê ye û dewam kir:

“Ez hatim da bêjim ez bi biryardarî bi xelkê Sûriyê re me. Sûriyekî desthilat, bi piraniya pêkhateyan re yekgirtî, bi cîranan re di nav aştiyê de ji bo bijî, em bi hev re, rûpelekî nûh ya tije aştî, ji nûh de vekin.”