PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump derbarê aloziya leşkerî û siyasî ya di navbera Washington û Tehranê de daxuyaniyên tund dan û ragihand ku eger alî neyên ser lihevkirinekê, ewê piştî Serê Salê êrişên nû bibe ser Îranê.
Di hevpeyvînekê de li gel televîzyona Fox Newsê, Trump rejîma Îranê tometbar kir ku di pêvajoya danûstandinan de demê dirêj dike û li aliyê din faalîyetên xwe yên êrişkar zêde dike û got: "Li hemberî beriya hilbijartinên navîn, ev pir êrişkartir bûne."
Trump ji bo şandeya danûstandinê ya Îranê şiband"reqasên profesional ên stepê" kir û bi zimanekî gelekî tund rexne li helwesta Tehranê girt û anî zimên: "Ew bi berdewamî diaxivin. Tenê tiştê ku dikin axaftin e, lê tiştên dibêjin bi temamî bêwate ne."
Li ser pirsiyara derbarê îhtimala ku Îran hewl bide dorpêça deryayî ya li dora Kendava Hurmuzê bişkîne, Trump got: "Ez hêvî dikim ku vê yekê biceribînin. Wê demê ew ê jî wekî beşên din ên hêza wan a deryayî noqî binê deryayê bibin."