Iraq li 50 nuqteyan pergala parastina hewayî bi cî dike: Kormor jî di nav de ye

Iraq li 50 nuqteyan pergala parastina hewayî bi cî dike: Kormor jî di nav de ye

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand ku li serenserê Iraqê û Herêma Kurdistanê di çarçoveya plana nû ya ewlehiyê de li 50 zêdetir nuqteyan pergalên parastina hewayî tên bicîkirin.

Numan diyar kir ku Elî Falih Zeydî girîngiyeke mezin dide kirîn û damezrandina van pergalan û budceya pêwîst hatibû terxankirin; tê çaverêkirin ku ev pergal di çaryeka yekem a sala bê de bigihêjin Iraqê.

Numan tekez kir ku piştî pişkinînên leşkerî, Zeviya Gazê ya Kormorê ya li herema Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê wekî yek ji van navendên sereke hatiye diyar kirin ku pergala parastina hewayî dê lê bê bicîkirin.

Zeviya Kormorê berê rastî gelek êrişên mûşekî û dronan hatibû; di êrişa dawî ya 8ê vê mehê de ji ber lêdana dronê hilberîna gazê rawestiyabû û bûbû sedema birîna 2 hezar û 800 megawat karebayê li Herêma Kurdistanê.