PeyamaKurd - Du teqîn li nêzîkî avahiya Wezareta Geştiyariyê li Şamê, paytexta Sûriyeyê, çêbûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, bombeyên ku di mînîbusek û konteynirek çopê de hatibûn bicihkirin, li yek ji kolanên herî qerebalix ên Şamê teqiyan.
Gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin, lê hîn jî derbarê qurbaniyan de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Li gorî agahiyan, teqîn li nêzîkî otêla ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron, ku serdana Şamê dike, lê dimîne, qewimîn.
Macron di dema teqînan de li Qesra Serokkomariyê bû da ku bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re bicive.
Di 2ê Tîrmehê de, êrîşeke bombeyî li kafeyekê li kêleka Qesra Edaletê li ser rêya Bazara Hemîdiyeyê li Şamê pêk hat û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 21 kes birîndar bûn.